LI ÎRANÊ 5 KOLBER JIYANA XWE JI DEST DA

Hêzên rejîma Îranê careke din li dijî kolberan komkujî pêk anîn.
Hêzên îrnê kolberên ku li ser sînroê dinavbera Seqiz û Bokan dema ku di wesayîda xwe de bûn gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de wesayît wergeriya û 2 kolber bi giranî birîndar bûn.

Piştî ku herdu karker tên veguhestin ji bo nexweşxanê ji wana karkerê binavê Keywan Emîn yê temen 32 salî ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji destda.

Karkerê din yê binav Eta Resûlzade jî dibin çavdêriya bizîjkan de ye.

Li aliyekî din jî li ser rêya dinavbera Merîwan û Sewlawa ya parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê de wesayîta karker û kolberan li hev qilibîn.

Di encama qezayekê de sê kesan jiyana xwe ji destdan û du kesên dinjî bi giranî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button