Li kampa waşokanî ji zarokan re şahî hate lidarxistin

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa navçeya Hesekê bi boneya sersalê şahiyek ji bo zarokên koçberên Serêkaniyê lidarxistin.

Şahî li kampa Waşokanî ya li bajarokê Tiwênê yê bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di şahiyê de bi dehan malbat û zarokên ku bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne, endamên Komîteya Çand û Hunerê ya meclisa Hesekê, amade bûn.

Berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê Efaf Hesekê diyar kir ku armanc ji vê şahiyê, kêfxweşkirina zarokane.

Back to top button