Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel daketin qadan

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşmeya “Li hemberî kuştin û koçberkirinê, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re, li ber xwe bidin” çalakî li dar xistin. Li dijî êrişan peyama berxwedan û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li dijî êrişa dagirkeriya Tirk a li ser Kobanê ku di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn, gelê Bakur û rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan da.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîr û Firatê ji bo şermezarkirina êrişa dagirkeriya Tirk li ser bajarê Kobanê daketin kolanan û meşên girseyî li dar xistin.

Şêniyên Qamişlo li pêşiya avahiya NY êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Şêniyên Qamişlo li pêşiya avahiya NY kom bûn û bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên li navçeyên Hesekê û Qamişlo daxuyniyeke hevbeş da

Meclisên Malbatên Şehîdan li Tirbespiyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Şedadê û Kampa Koçberên Serê Kaniyê bi daxuyaniyek hevbeş êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişan bi berpirsyariyên xwe rabin.

Ciwanên Şoreger ên Sûrî li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê êriş şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbic, Dêrazor, Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êrişa dagikeriya Tirk li ser Kobanê û herêmê şermezar kir.

Ciwanên şoreşger tekez kir ew ê li kêleka hêzên paratinê bin û piştgiriya wan bikin.

Meclisa navçeya Til Birak û Girkê Legê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Navçeya Til birakê jî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk li ser Kobanê şermezar kir.

Meclisê ji civaka navnteweyî û dewletên garantor daxwaz kir ku bi erkên xwe rabin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

Li Girêkê Legê jî, endamên Meclisa Navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Partiyên siyasî li herêma Cizîr û Firatê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Li Amûdê, Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd- PYNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa dagirkeriya tirk li ser herêmê û bi taybet êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Partiyên PYNK’ê bang li dewletên garantor ên li herêmê û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re daynin.

Li Kobanê jî 7 partiyên siyasî yên Kurd bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Rêveberên partiyan li Qada jina Azad kom bûn û bang li dewletên garantor kirin ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rawestînin.

Kongreya Star a li Herêma Firatê jî êrîşa duh a dagirkeriya Tirk li ser Kobanê şermezar kir.

Kongra Star û Rêxistina Mafên Mirovan li herêma Firatê êriş şermezar kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û ji rêxistinên hiqûqî û mirovî daxwaz kir ku destwerdanê bikin.

Meclisa Girê Spî êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Girê Spî êrişa li ser Kobanê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.

Back to top button