LI DÊRA ZORÊ BI KEFALETA ŞÊX Û RÛSPIYAN 43 GIRTÎ HATIN BERDAN

Li Dêra Zorê 43 girtî di demên berê de têkiliyên bi DAIŞ’ê re hebû, lê destên wan di kuştina sivîlan de tine ye, hatin berdan.

Bi kefaleta şêx û rûspiyên Dêra Zorê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 43 girtiyên ku di nav de jinek heye serbest beredan.

Di serbestberdanê de Hevserokê Desteya Hundirîn Basim El-Teyef bi van gotinan girtiyan muxatebe dike:

“Ji hirmetî û rêzdariya ji daxwazên rûspî û şêxên eşîran û ji cihê baweriya me bi we wekî zarên vî welatî me însyatîfa serbestberdanê qebûl kir.

Heger hun vegerin hembêza welat û xizmeta wî bikin em ê hertim destekê bidin.”

Endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Xelef El-Esed û şêx Cemîl El-Hefel spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû kesên beşdarî vê însyatîfê bûne kirin.

Her wiha ji kesên hatin berdan hat xwestin ku layîqê însyatîfê bin û vegerin li ser riya durist û xizmeta civakê bikin.

Leave a Reply

Back to top button