ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA HELEBÊ BI DAXUYANIYEKÎ BI DAWÎ BÛ

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star a Helebê ya bi armanca piştgiriya pêngava grevên birçîbûnê bi daxuyaniyekî bi dawî bû.

Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîmê têk bibin û netewa demokratîk ava bikin” di 5’ê Gulanê de çalakiya konvendê dabû destpêkirin.

Çalakî îro di roja 8’emîn de bi daxuyaniyekî bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonên gelên azadîxwaz e.

Em bêdengiya civaka navdewletî û cîhanê, hemû rêxistinên mafên mirovan û CPT şermezar dikin.

Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi yekrêzî li ser şopa têkoşer Leyla Guven bimeşin û têkoşna xwe mezin bikin.”

Leave a Reply

Back to top button