Tevgera Ciwanên Şoreşger: 5 endamên me di êrişa faşîzma Tirk de li Kobanê şehîd bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku 5 endamên wan li Kobanê di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn. Hêzên ciwan eşkere kir ku êriş plankirî bû û ev peyam dan: Çawa ji roja pêşî ve em bûn tirsa dilê dijmin wê ev biryardariya me bi hêztir dewam bike. Soza me tolhildana hemû şehîdan e. 

Pêr artêşa Tirk bi balafirên bê mirov êrişî bajarê Kobanê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku navendeke wan bûye armanca êrişê,

Û di encamê de 5 ciwan şehîd û 4 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku ji destpêka Şoreşa Rojava, ciwan bi ked û berxwedanê pêşnegî kirn û wiha dewam dike:

Nirxên pîroz bi dayîna berdêl û şehdatên mezin hatin bidestxistin.

Bi soza tolhildan û dilsoziya bi xeta şehîdan re ciwan bûn nûnerên şoreşê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hêz, îrade, sekin û çalakvaniya xwe bû tirsa dilê tevahî dijminên şoreşê û hevkarên wan.

Ji damezrandina xwe û heta roja îro, li dijî her cûreyên êrişan destkdayînên şoreşê parastine.

Ji ber vê sedemê ye, Ciwanên Şoreşger her gavê bûne armanca êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Şehadeta hevalên me wê bibe hîmê xurtkirina têkoşînê

Di daxuyaniyê de tê gotin, armanca êrişan tinekirina tevgera ciwanan e û wiha dewam dike:

Ji bo tinekirina destketiyên şoreşê, êrişî hêza pêşneg dikin.

Êrişa dawî ya li Kobanê pêk hatî jî dewama plana tinekirina ciwanan e.

Di vê êrişa hewayî de; 5 hevalên me şehîd bûn.

Ev ne cara pêşî ye ku êrişên wiha li hemberî me têne kirin.

Di her êrişê de, biryardariya me a berxwedan û têkoşînê qat bi qat zêdetir bûye.

Em ê tola şehîd Viyan, Nujiyan, Rojîn, Welîd û Merhef ti carî li erdê nehêlin. Şehadeta wan wê bibe hîmê xurtkirina têkoşînê.

 

Back to top button