Hêzên Iraqê xwestin derdora Mexmûrê dorpêç bikin

Di 17 Tîrmeha sala 2019’an ve PDK’ê wargeha penaberan a Mexmûrê dorpêç kiriye. Doh PDK bû îro jî Hikumeta Iraqê.Hêzên Iraqê serê vê sibehê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Mexmûrê û derdora wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê gelê wargehê nerazîbûn nîşan dan ê rê nedan dorpêçkirina kampê.

Hêzên Iraqê bê ku agahî bidin, serê vê sibehê xwestin bikevin wargeha penaberan a Mexmûrê û derdora wargehê hemû bi têlan bigrin.

Li dijî vê yekê gelê wargehê herikî baregeha Iraqê û nerazîbûn nîşan dan.

Gel piştî ber bi baregeha hêzên Iraqê ve çûn, şandeya Iraqê bi gelê wargehê re xwestin hevdîtinê bikin.

Piştî wê li ser navê wargehê ji bo hevdîtinê şandek çû gel hêzên Iraqê û hevdîtin kirin.

Gelê Mexmûrê: Em têlkirina derdorê Mexmûrê bi ti awayî qebûl nakin

Piştî hevdîtina şandeyê ya bi berpirsê leşkerî ya Navçeya Mexmûrê Seîd Abdulah re, daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan ve hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan got: “Me ji wan re got em bi ti awayî qebul nakin derdora wargehê bi têlan were dorpêç kirin.”

Kaçan diyar kir yên ku van kiryaran dikin li gor daxwazên dewleta Tirkiyê tev digerin.

Kaçan da zanîn wek wargeh heta niha li hemberê zagonên Iraqê ti binpêkirinek ne hatiye kirin û hertim li hember zagonên Iraqê rêz hatiye dayîn .

Piştî daxuyaniyê gel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” belav bûn. Hat diyarkirin rewşa li kampê niha asayî ye.

Back to top button