Navenda Ragihandinê ya HPG’ê: Artêşa dagirker ji ber derbên giran dixwe herêmê bombardoman dike

Ji 23 Nîsanê ve artêşa Tirk bi balafir û topan çiyayên Başûrê Kurdistanê bombardiman dike. Çavkaniyên HPG’ê dibêjin sedema van êrişên bêencam, ew e darbeyên giran ji gerîllayên Kurdistanê dixwin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku bi tevlîbûna hezaran leşkerên dagirker, heta niha ti encam nehatiye bidestxistin û ev agahî dan:

Hêzên me bi taktîkên gerîlatiya nûjen hin çalakî kirin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Artêşa Tirk ji ber darbên giran êrişên hewayî pêk tîne.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Li gorî daxuyaniyê;

22’ê Kanûnê qada Golka ya herêma Metînayê ji aliyê balafirên şer ve hat bombardimankirin.

Heman rojê dedora çemê Lolanê ya Xakurkê jî êrişa balafiran pêk hat.

Li herêma Avaşînê jî di navbera 22 û 24’ê Kanûnê de qada Werxelê bû armanca êrişa balafirên şer.

Li herêma Zapê jî di navbera 23 û 26’ê Kanûnê de qadên Çemço, Kunîşka, Kela Bedewê, Girê Şehîd Simko û Karker hatin bombardimankirin.

Back to top button