Duh salvegra 23. a şehadeta têkoşer Zerdeşt Îsmaîl bi nasnav Rizgar bû. Bi vê boneyê li Dêrikê merasîma bibîranînê pêk hat. Di merasîmê de pirtûka şehîd Rizgar a bi navê “Avdana Agir” hat îmzekirin.
Merasîma bibîranînê ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ve li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hat lidarxistin.
Tê de, tevî malbata Ş. Rizgar bi dehan ji nivîskar, rewşenbîr û malbatên şehîdan amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser pirtûkê û danasîna wê hat axaftin.
Gotinên Bahoz Erdal ku yek ji fermandarên HPG’ê ye, di pêşgotina pirtûkê tê de hatine bicihkirin.
Pirtûk ji 164 rûpelan pêk tê û tê de 44 helbest hene.
Piştre komek ji helbestên şehîd Zerdeşt hatin xwendin.
Çapxaneya Şilêr 2 hezar kopî ji pirtûkê çap kirine.
Ji wan jimarek li beşdaran hatin belavkirin.
Têkoşer Zerdeşt Îsmaîl bi nasnav Rizgar 26’ê Kanûna 1998’an li herêma Gabar a Botanê şehîd bû.