Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Salih Muslim diyar kir ku piştî civîna dawî ya Astanayê Deriyê Sêmalak hat girtin û li pey wê jî êrişa li Kobanê pêk hat. Li gorî Muslim, ev yek nîşaneya destpêkirina konsepteke giştî ya êrişên teslîmgirtinê ye.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Salih Muslim, di serî de Koban û Zirganê, êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatû Sûrî ji Ajansa ANHA re nixand.
Salih Muslim, êrişa dawî ya li Kobanê weke hovîtiya faşîzma dewleta Tirk binav kir û got:
Êrişa ku di demeke balkêş de pêk hat nîşaneya hovîtiya dewleta Tirk e.
Eşkere ye ku konsepteke giştî destpêkiriye.
Êrişên li Zirgan û Kobanê, dorpêçkirina herêmê ji aliyê hikûmeta Şamê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê hemû diyar dikin ku êriş ji navendekê têne birêvebirin.
Di nav wê navendê de, Sûriyê, Rûsya, Amerîka û Îranê hene.
Salih Muslim: Pilan ew e ku Kurdan neçarî teslîmiyetê bikin
Salih Muslim diyar kir ku ev êriş û hewildanên teslîmgirtinê piştî civîna dawî ya Astanayê derketin holê û wiha dewam kir:
Ji daxuyaniya Lavrov jî diyar bû ku li dijî me konsepteke nu heye. Bi dayîna çend mafan dixwazin Kurdan razî bikin û berê wan bidin himbêza hikûmeta Şamê.
Piştî dayîna ewqas berdêlên giran, wê Kurd ti carî vê yekê qebûl nekin.
Salih Muslim: Divê hêzên garantor erkên xwe bi cih bînin
Têkildarî xemsariya hêzên navneteweyî ya li dijî êrişên dewleta Tirk jî Salih Muslim got:
Divê hêzên garantor yên li heremê dimînin cidî bin. Bila qanûnên xwe bimeşînin. Di nava qanûnên NATO’yê de kuştina sivîlan tune û topbarankirina Zirganê tune ye.
Li hemberî bêdengiya hêzên cîhanî, tişta ji me tê xwestin ew e ku em ê bi hêza xwe bawer bin.
Xwebirêxistin bikin û li dijî her cûreyên êriş û tevgerên sîxûrtiyê têkoşînê xurt bikin.