Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên wan li bajarê Mareyê girtin li ser barageha çeteyan.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de ev agahî tên parvekirin:
Di dîroka 10’ê Gulanê de, Hêzên Rizgariya Efrînê êrîş birin li ser bargeheke çeteyên bi navê “El-Cebhe El-Şamiyê” li gundê Seyid Elî yê girêdayî bajarê Mareyê.
Di encama çalakiyê de di navbera şervan û çeteyan de şer rû da û tê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.