Qanûna Îxracata çekan li Almanya tê amadekirin

Li Almanya hikumeta Merkel beriya erkên xwe radestî hikumeta nû bike, êkirina firotina çekan a di asta rekorê de erêkir. Wezîrê Karên Derve ya Almanya Baerbock got; Ew pêşnûmeya qanûnek nû ya ji bo destûr dayîna firotina çekan amade dikin.

Qanûna îxracata çekan li Almanya hikumeta niha û berê aniye pêşberî hev.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock der barê erêkirina hikumeta Angela Merkel a ji bo qeydkirina firotina çekan di kêliya dawî de daxuyaniyek da.

Baerbock ji ajansa nûçeyan a Alman dpa re axivî û got,

“Me weke koalîsyonê bi awayekî vekirî ragihand ku em ê polîtîkayên hinartina çekan ên salên borî binirxînin. Em li ser qanûnek kontrolkirina hinardekirina çekan dixebitin ku bi kîjan pîvanan destûr dide hinardekirina çekan diyar dike.”

Koalîsyona berê ya ku ji partiyên Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat pêk tê, beriya radestkirina erkê xwe di 9 rojên dawî de îxracata çek û alavên leşkerî bi qasî 5 milyar euro pejirand.

Bi vî awayî asta hinardekirina çek û kelûpelên leşkerî yên ku di sala 2021’an de hatine pejirandin gihîştiye 9 milyar euroyan.

Misir yek ji wan welatan e ku çekan ji Almanyayê dikire.

Lê ji ber binpêkirina mafên mirovan û herwiha tevlîbûna wê di pevçûnên li Yemen û Lîbyayê de tê rexnekirin.

Hate diyarkirin ku beriya radestkirinê di 8’ê Kanûnê de hikûmetê firotina 3 keştiyên şer û 16 pergalên parastina hewayî ji Misrê re pejirand.

Tê payîn ku ji aliyê hikûmeta nû ya koalîsyonê ya li Almanyayê ku ji Partiya Sosyal Demokrat, Keskan û Partiya Demokrat a Azad pêk tê, ji bo sînordarkirina hinartina çekan a ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên derveyî NATO’yê, qanûnek nû wê bê amadekirin.

Biryara îxracata çekan a li Almanyayê tenê ji aliyê Wezareta Federal a Aboriyê ve tê dayîn.

Lê gelek caran di raya giştî de tê gotin, divê ev mijar di bin berpirsyariya wezareta derve de be.

Ji ber ku ev mijar ji nêz ve bi mijara siyaseta derve ya Almanyayê ve girêdayî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Baerbock jî got,

Îxracata çekan tenê wekî mijareke aborî nayê nirxandin. Ev jî mijareke polîtîkaya derve, mafên mirovan û têkiliyên navneteweyî ye.

Back to top button