Li navçeya Çilaxa 53 şehîd hatin bîranîn

Mecilsa malbatên şehîdan a navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo, bi merasîmekê 53 şehîdên ku di 5 mehên dawî de li cih û di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li navenda çandê ya herêma Înaş ya başûrê navçeyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Ebdurehîm Mihemed axivî û bal kişand ser giringiya yekitiya pêkhateyan a li hember terora çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk.

Mihemed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewl dide jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.

Di dawiya merasîmê de sinevîzyonek li ser jiyana şehîdan, hat pêşandan.

Back to top button