EFRÎNÊ.. RÊJEYA REVANDIN Û DIZIYÊ JI ALIYÊ ÇETEYÊN DAGIRKER VE BILIND BÛYE

Kiryarên dagirkeriya rêjîma AKP û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. Di hefteya derbasbûyî de rêjeya revandina şêniyan zede bû. Her wiha destdanîna li ser milkên şêniyan jî didome, bi taybetî jî niha li Efrînê dema çinîna pelên rezan e.

Kiryarên dagirkeriya rêjîma AKP û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.

Di demên dawiyê de çeteyan dest bi revandina sivîlan kiriye.

Navçeya Cindirêsê:

– Çeteyan li gundê Kefer Sefrê parêzer Ebdurehman Birîmce revand û di heman rojê de jî serbest berdan. Lê êşkenceyek hovane lê hatiye kirin.

– Li gundê Til Tewîlê 10 mihên şêniyê bi navê Fetah Elî Neso ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn.

Navçeya Mabata:

Li gundê Bedîna şêniyê bi navê Mihemed Xelîl Circî ku nasnavê wî “Dede” ye, 3 Gulanê hat revandin û hîna çarenûsa wî nediyar e.

Li gundê Coqê çeteyan ser malê Osman Nûrî Mistefa de girtin û 20 bizinên wî dizîn.

Li heman gundî jî çeteyan bi ser malê Mihemed Hemdûş Menan ve çûn û 15 mihên wî dizîn.

Çeteyên bi navê El-Hemzat lîreya Sûrî weke baca mehane li ser şêniyan ferz kir.

Li gundê Hebo ev bû hefteyek şêniyê bi navê Hisên Şewket Elîtê hatiye revandin û tu agahî der barê wî de nîn in.

Navçeya Bilbilê:

Li gundê Kotana çeteyan pelên reza şêniyê bi navê Fewzî Reşo dizîn û rez bi temamî talan kir.

Li gundê Qurnê jî li ser dizîna pelên rezan, navbera çeteyên Sultan Murad, Feyleq EL-Şam û Lîwa El-Mutesêm şer û pevçûn rû dan.

Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Navçeya Şiyê:

Çeteyên Silêman Şah ango Emşat Mihemed Giro yê ji gundê Qermîtliq revand û bi hovane êşkence kir û li dawiyê ji bo serbestberdana wî fidyeyek darayî jê xwestin.

Her wiha çeteyên Emşat baca firotina pelên rezan bi qasî ji sedî 10 li ser şêniyan ferz kir.

Navçeya Reco:

Li navenda navçeyê çete nimêj, çûna mizgeftê û rojiya Remezanê li ser şêniyan bi darê zorê ferz dikin.

Navçeya Şera:

Li gundê Qîbarê çeteyan çûna şêniyan nava 5000 darên zeytûnê yên der dora gund qedexe kir.

Leave a Reply

Back to top button