Sir û seqem e jî, lê dîsa ji biryar xwe venagerin û li benda wegirtina cezazeyên zarokên xwe ne. Îro 85 roj in çalakiya wan li Sêmala dewam dike, lê heta niha ti bersiv ji hêz û rayedarên PDK’ê negirtine.
Nêzî 3 mehan e malbatên şehîdan li deriyê Sêmalka ne.
Li wir ji bo wrgirtina cenazeyên zarokên xwe, dest bi çalakiyê kir.
Ji ber heta niha cenaze wernegirtine û ti bersiv jî ji bo wan nehatiye dayîn, çalakiya wan dewam dike.
Her roj ji bo piştgiriyê, sazî û rêxistinên li herêmê berê xwe didin wir û ew jî li wir heman bangê dikin.
Ji bilî vê çalakiyê û wan malbatan, wekî din jî bang tên kirin.
Şêniyên Şêxmeqsûd: PDK ji bo dijmin razî bike van kirinan dike
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê berxwedana van malbatên şehîdan silav kir û tekez kirin ku PDK’ê van kirinan ji bo razîkirina dijmin dike.