TAJÊ: Em ê bi hev re li dijî êrişên Tirkiyê li ber xwe bidin

Li dijî komkujiya li Kobanê, Tevgera Azadîya Jinên Êzidî TAJÊ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de got “Çawa ku me li beramberî DAÎŞ’ê li ber xwe dan, em ê bi hev re li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin.”

Tevgera Azadîya Jinên Êzidîdi daxuyaniya xwe de anî ziman “Erîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê ji erîşên li ser Şengalê ne cuda ne û armanc yek e.”

TAJÊ diyar kir ku armanca êrişa li Kobanê ew e civakê di şexsê ciwanan de têk bibe.

Tevgera Azadîya Jinên Êzidî êriş bi tundî şermezar kir, sersaxî ji malbatên şehîdan û silametî ji birîndaran re xwest.

Dawiyê daxuyaniyê jî TAJÊ ev peyam da:

“Çawa ku me li beramberî DAÎŞ’ê li ber xwe da, em ê bi hev re li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin.

Em civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne.”

Back to top button