Ferhat Encu: Kujer diyar in lê nayên darizandin

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku birayê wî Serhat jî di komkujiyê de hat kuştin derbarê komkujiyê de nirxandin kir. Ferhat Encu dibêje ” Ji ber ku kurd ne yek in ev komkujî derheqê wan tên kirin.”

Der barê salvegera 10’an a Komkujiya Roboskê de hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Birayê Ferhad Encu, Serhat û 27 xizmên wî di vê komkujiyê de hatin kuştin.

Ferhat Encu diyar kir ku heya niha têkildarî vê komkujiyê tu gav nehatine avêtin û ev got:

“10 sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê heya niha me tu encam negirtiye.

Ji bo encamgirtinê jî malbatên Roboskê têkoşîneke bêhempa dimeşînin.

Lê mixabin ji dozgeran heya dadgehê, kujer, tên parastin û veşartin. ”

Ferhat Encu: Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan ava kiriye

Ferhad Encu destnîşan kir ku Komkujiya Roboskê li dijî nasnameya şêniyên Roboskê pêk hat û der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev nirxandin kir:

“Li aliyêkî ji ber ku Kurd bûn, ew kirin armanc.

Û li di aliyê din jî ji bo tevahiya gelê Kurd peyamek dan.

Îro li hember vîna gelê Rojava bi balafir û tankên xwe êriş dikin.

Ev, bingeha xwe ji dijminahiya Kurdan digire.

Hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kirine. Ev dijminatî li hember çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Ferhat Encu: Ji ber em ne yek in dewleta Tirk komkujiyên xwe didomîne

Hevserokê HDP’ê balkişand li ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van komkujiyan û got ” Dema mijar dibe kurd hêzên navnetewî bêdeng dimînin, ji ber ku ew jî alîgirê dijmin in”

Dawiyê, Ferhat Encu banga avakirina yekîtiya netewî li gelê kurd kir û ev got:

“Ev komkujî ji ber ku em ne yek in, li dijî metên kirin.

Dema komkujiyek li Rojava qewimî, Rojhilat, Bakur û Başûr bi hev re deng derxînin wê nikaribin bi hesanî êrişî me bikin.”

Back to top button