Hêzên Asayîşê: Piraniya madeyên hişbirê ji herêmên dagirkirî tên

Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê Ebdullah Sadûn ragihand ku madeyên hişbirê ji herêmên dagirkirî derbasî herêmê dibin.

Ebdullah Sadûn derbarê sedemên bilindbûna hejmara dosyên madeyên hişbir de got:

”Berê jimara bazirganên madeyên hişbirê kêm bû.

Lê piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî jimara wan zêde bû..

Niha piraniyan wan madeyan ji herêmên dagirkirî tên..”

Ebdullah diyar kir ku erkê her kesî ye pêşî li vê diyardeyê bigire û ev tişt anî ziman:

”Hêzên Asayîşê li gorî derfetên xwe karê xwe dike.

Lê divê komîn, meclisên herêmî û gel jî bi vê hêzê re alîkar bin.

Bi wê rengî em dikarin pêşî li pîvanên ku nirxên civakê bin pê dike, bigirin.”

Back to top button