Moskow: NATO ji bo şerekî li dijî Rûsya jimareke zêde a çekan vediguhêze

Aloziya navbera Ûkrayna û Rûsyayê de wisan xuya dike ku ji bo sala 2022’an ma. Alîkarê wezîrê Parastinê yê Rûsya Fomin got: NATO ji bo şerekî berfireh yê bi Rûsya re amadekariyan dike.

Hemwextî van îdia û gurbûna aloziya Ûkrayna, dîroka hevdîtina DYA û Rûsya derbarê Kîevê eşkere bû. Alî wê di 10’ê Çileyê de bi mijara Ûkrayna bicivin.

Gefên Rûsya li dijî Ûkrayan û tevgera hêzên NATO ya ji bo piştevaniya Kîevê, metirsiya şerekî mezin li herêmê daye avakirin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Aleksandr Fomîn di daxuyaniyeke ji bo ataşeyên leşkerî yên li Moskow û nûnerên balyozxaneyên welatên biyanî re axivî û got;

NATO xwe ji bo şerekî çekdarî yê mezin bi Rûsyayê re amade dike.

Avaniya leşkerî ya NATO’yê ji bo şerekî çekdarî yê giran û mezin a bi Rûsyayê re ketiye tevgerê.

Fomin stratejiya leşkerî ya NATO’yê ya sala 2019’an weke mînak nîşan da.

Serfermandarê Rûsî tekez kir ku “Di danezana Romayê de hatiye diyarkirin ku bi taybetî Rûsya û NATO hevdu weke dijmin nabînin û ev xet di lûtkeya Konseya Rûsya-NATO de ku di sala 2010’an de li Lîzbonê hat lidarxistin, hat piştrastkirin.”

DYAû Rûsya ji bo mijara ewlekariyê wê 10’ê çile bicivin

Li aliyekî din Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden wê 10’ê Çileya 2022’an ji ber aloziya li sînorê Ûkrayna wê bi rêveberiya Moskow re bicive.

Li gorî nûçeya Reutersê, berdevkê rêveberiya Biden diyar kir ku civîna Rûsyayê ya bi NATO’yê re ya 12’ê Çile, hat diyarkirin.

Her wiha tê plankirin 13 Çile bi beşdariya Moskow, Washington û gelek welatên Ewropayê civîneke herêmî bê lidarxistin.

Ji Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî ku nexwest navê wî were parvekirin got,

Dema ku em li ser maseyê rûnin, Rûsya dikare fikarên xwe deyne ser masê û em ê fikarên xwe yên li ser kiryarên Rûsyayê bînin ziman.

Wê qadên ku me pêşbikevin hebe û li qadên ku em li hev nakin jî wê hene.

Dîplomasî jî ev e.

Berdevk her wiha diyar kir ku bêyî Kîev li ser maseyê wê biryarek têkildarî Ûkrayna nayê girtin.

Kîev ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hate kontrolkirin, li du herêmên sînorê welêt bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di dema ku Kîev diyar dike ku Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Li aliyê din Kîev û welatên rojava îdia dikin ku Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînor kom kirine û xwe amade dikin ku êrîşî wan bikin.

Back to top button