Husî: Seferên balafirgeha netewî ya Sanayê ji nûve despê kir

Şerê li Yemenê bi êrişên hewayî yên Koalîsyona Erebî a li dijî Husiyan dijwartir bûbû. Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku piştî rawestana hefteyekê, Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê ji bo geştên alîkariyên mirovî yên NY û navneteweyî ji nû ve vebû.

Nûnertiya Giştî ya Hêza Hewayî ya Sivîl a Hûsiyan der barê seferên Neteweyên Yekbûyî (NY) û seferên alîkariyên mirovî yên beriya hefteyekê li Balafirgeha Sanayê hatin rawestandin de daxuyaniyek da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de li ser mijarê wiha hat gotin:

“Piştî ku xerabûna demkî ya di cîhazên ragihandinê û navîgasyonê de ji holê hat rakirin, seferên NY û rêxistinên mirovî yên navneteweyî ku li Yemenê li Balafirgeha Sanayê ya Navneteweyî dixebitin ji nûve dest pê kiriye.”

Hûsiyan hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî bi astengkirina alavên nû yên ketina balafirgehê sûcdar kirin û anîn ziman ku ev yek pirsgirêk girantir dike û dibe sedem ku cîhazên kevin xera bibin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku NY û saziyên navneteweyî yên li welêt hatine agahdarkirin ku ji ber kevinbûna alavan wê demek dirêj nexebitin.

Piştî ku hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî 21’ê Kanûnê êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Sana kir,
Hûsiyan ragihand ku firînên li balafirgehê rawestiyan.

Li aliyê din hêzên koalîsyonê ragihandin ku Hûsiyan beriya êrîşê balafirgeh girtine.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol kiriye.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 salin li welat dewam dike de, bêtirî 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Krîza mirovî ya ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye, gihîştiye asta metirsîdar.

Li gorî NY, li welat ji sedî 80’ê nifûsa wê ya ku giştî 30 milyone pêwistiya xwe ya bi alîkariyê heye.

Back to top button