Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê 37 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.
Malbatên şehîdan û nûnerên meclisa leşkerî û sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî bîranînê bûn.
Malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin û gul li pêşiya wêneyan danîn.
Piştre, sînevizyonek der barê wêneyên şehîdan hate pêşandan.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê Xelîl Osman axivî û got, şehîdan canê xwe feda kir da welatekî biewle û aram ava bikin.
Xelîl kiryarên PDK`ê yên neradestkirina cenazeyên şehîdan jî weke dijmintî bi navkir.
Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişan, hevgirtina xwe ava bikin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.