KNK: Tutu li qada navneteweyî bû dengê Kurdan

Konseya Rêvebir ya KNK’ê û Fermandarîya Giştî ya YPJ’ê, dostê Kurdan ê li Efrîqaya Başûr Desmond Tutu ku yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd bû, peyamên sersaxîyê weşandin. Di daxûyanîyan de ha diyar kirin ew sembola berxwedanê bû û wê li ser şopa têkoşîna wî ya gerdûnî ya li dijî zext û nijadperestiyê bin.

Ji ber wefata tekoşerê aştî, edalet û dostê Kurdan Demond Tutu, Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê-KNK’ê û Fermandarîya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê, peyamên sersaxîyê weşandin.

KNK di peyama xwe de ji ber wefata Desmond Tutu xemgîniya xwe anî ziman û wiha got;

“Ew, tecrûbeya xwe ya li dijî faşîzma Apartahîdê bi me re parve kir û ji bo tekoşîna Kurdan di qada navneteweyî de were naskirin gelek ked da û li qada navnetewî bû yek ji dengên sereke yê Kurdan.”

KNK’ê di dawîya peyama xwe de wiha got:

”Dilsozê edaletê Tutu ji bo azadîya Rêber Apo dua dikir. Ji bo edalet, mafê mirovan û azadîyê ti sînor nas nedikir.

Mirina wî ji bo gelên Efrîqaya Başûr û Kurdan windahîyeke mezin e.

Ji ber piştgiriya Tûtû ya li doza me em ê her tim minetdarê wî bin û bi rêberiya karên wî em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û aştiyê bimeşînin.”

YPJ: Tutu li dijî zext û nijadperestiyê sembola berxwedanê bû

Fermandarîya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî li ser wefata Tutu peyamek sersaxîyê weşand.

YPJ, ji ber wefata tekoşer Demond Tutu sersaxî ji hemû tekoşerên wekhevîyê ên cîhanê re xwest û Tutu wek kesayeteke xwedîyê ferasetên exlaqî pênase kir.

YPJ di peyama xwe de wiha dibêje,

“Agahiya mirina Desmond Tutu xemgînî xist dilê hemû hevalên wî yên li seranserî cîhanê.

Weke YPJ me bi xemgînî agahiya mirina kesayetê wekhev û aştîxwaz di navbera pêkhateyan de bihîst.

‘Kesên ku jîyana xwe ji bo armancên bilin en ku xizmeta hezkirin û aştîyê feda dikin, ew kes her tim di jîyana gelan de dê werin bi bîr anîn û mînak girtin.

Ew kesayet bi ferasetên exlaqî ya xurt bû ku, ji bo aştî û aramîyê gelek hewildanên pîroz û mezin nîşan da.

Em tekoşîna Desmond Tutu a mezin bi nirx dibînin û ji bo piştgirîya wî ya doza gelê Kurd re ji dil û can bi bîr tînin.”

Back to top button