Meclisa Jina Azad a Şehbayê sûcên dewleta Tirk dijî girtiyan şermezar kir

Meclisa Jina Azad a Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo û sûcên dewleta Tirk ên li ser girtiyên li zindanênTirkiyê de şermezar kir. Meclisê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û zext û êrişên li girtîgehan rawestînin.

Bi dehan endamên Tevgera Jina Azad a Şehbayê li pêşiya meclisa navçeya Ehrezê kom bûn û daxyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan û zext û êşkenceyên dijî girtiyên li zindanên Tirkiyê de hate kirin û hate gotin armanc ji vê yekê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.

Meclisa destnîşan kir ku fikir û felesefeya Rêber Ocalan hêviyeke mezin li cem hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ava kir û hat gotin êdî dem hatiye ku hesab ji hêzên qirker û diktator bê xwestin.

Meclisê di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirova kir ku destwerdanê bikin û sûcên dijî girtiyan rawestînin.

Her wiha bang li CPT’ê jî hate kirin ku bi erkê xwe rabe.

28-12-2021-daxuyaniyî

Back to top button