BALAFIRÊN ŞER ÊN REJÎM Û RÛSYAYÊ GUNDEWARÊN IDLIB, HEMA Û LAZIQIYÊ BOMBEBARAN KIRIN

Li gundewarê Idlib û Hemayê şer û bombebaran dewam e. Balafirên şer ên rejîma Sûrî û Rûsiyayê duh bi zêdetirî 58 bermîlên teqemeniyê gundewarê Idlib, Hema û Lazeqiyê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî Ya Mafên Mirovan ragihand ku duh piştî ku şer çend saetan rawestiya, ji nûve bi dijwarî dîsa dest pê kir.

Çavdêriyê diyar kir di encama şerê du heftiyan de zêdetirî 299 kes hatin kuştin, di nav de 118 sivîl û 20 zarok in.

LI IDLIBÊ SERÇETEYEK HAT KUŞTIN

Li aliyekî din çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Mi’eret Nu’man a Idlibê bombeyeke çandî bi erebeya çeteyên bi navê Ceş Ehrar ve teqiya .

Di encam de serçeteyek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button