Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Teane yê Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êriş birin ser gundên Şehbayê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî hewldana ketina çeteyan a gundê El-Mihsenlî têk bir.

Êrîşa li ser gundê Teane yê Şehbayê, ber bi êvarê pêk hat.

Dagirkeran bi çekên giran gund bi dijwarî bombebarankirin.

Derbarê encamên êrişê de agahî bi dest neketin.

Doh jî çeteyên dewleta Tirk gundê Qêrata, Kor Hiyok, Um Edesa û El-Yaşelî ên Minbicê bi dijwarê topbaran kirin.

Tevî topbaranê, çeteyan hewl da têkevin gundê El-Mihsenlî yê Bakur Rojavayê Minbicê.

Lê belê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da.

Di ncamê de hewldana çeteyan a ketina gund hat têkbirin.

Back to top button