Ciwanên Başûr : Wê bersiva êrişan bi berxwedanê bê dayîn

Li başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnên li dijî êrişan didomin.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Tevegera Ciwanên Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kir.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê li bajarê Silêmaniyê, Parka Azadî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: PDK ji bo eşkerekirina cihê Tevgera Ciwanên Şoreşger alîkariya dewleta Tirk kiriye.

Hedefgirtina Tevgera Ciwanan ispate ku li dijî dijmin ciwan kelemek mezin in.”

Hat diyar kirin ku wê bersiva êrişan bi berxwedanê were dayîn.

Ciwnan li navçeya Ranya ya Silêmanî êrişa li ser Kobanê şermezarkirin

Li Ranya jî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer êrişa dewleta Tirk li dijî Kobanê şermezarkirin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê êrişa ser Kobanê hate şermezar kirin

Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Mexmûrê bi daxuyaniyekî êriş şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya ciwanan de hat destpêkirin.

Bi van êrîşan dixwazin vîna gelê Kurd bişkênin.

Çawa ku ciwanan hişmendiya qirêj a DAIŞ’ê têkbir, îro jî wê li hember her cure êrîşan li berxwe bidin û hişmendiya faşîst ya AKP û MHP têkbibin.

Back to top button