Li ser navenda HDP’ê ya Stenbolê êriş pêk hat

Li Stenbolê, kesekî êriş bir ser endam û rêveberên HDP’ê yên li navenda navçeya Bahçelî-evlerê. 2 endamên HDP’ê birîndar bûn û êrişkar ji avahiyê reviya. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Îlknûr Bîrol derbarê bûyerê de daxuyanî da û got: “Bila zîhniyeta faşîst bizanibe ku wê HDP çok danenîne.”

Îro, kesek ket avahiya HDP’ê ya Bahçelî-evlerê û destpêkê derbarê endamtiya partiyê de pirs kirin.

Pişt re, vî kesî êrişî endamên HDP’ê yên li avahiyê kir û got ku ew hatiye vir da ku wan bikuje..

Êrişkar destpêkê damançeya li ser xwe derxist, lê nexebitî, bi kêrê êrişî endamên HDP’ê kir..

Endam û rêveberên HDP’ê êrişkar asteng kirin, lê Ramazan Dişarî û Azîz Şîmşek yên li avahiyê bi sivîkî birîndar bûn..

Êrişkar reviya firineke li serê kuçeya avahiyê.

Piştî nîvseatekê ji êrişê, polîs hatin cihê bûyerê..

Ramazan Dişari ku li avahiyê bû û pêşwazî li êrişkar kiribû, qala bûyerê kir:

“Me çay da ber wî. Pişt re derbarê endamtiya partiyê de pirs ji me kirin. Kêliyek şûn ve çaya li ber xwe bi ser min de rijand û got:

“ez hatime ku we bikujim.” Destekî xwe avêt demançeya xwe û bi destê din jî kêr derxist.damanca wi nexebiti. Kêr li sînga min xist. Hevalên me destwerdan kir, hevalekê me yê din jî birîndar bû. Min dîsa hewl da wî bisekinînim lê kêr li destê min ket. Hevalê me din jî bi sivikayî birîndar bû.”

Li ser belavbûna agahiya êrişê, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û rêveber û endamên partiyê tevî dilxwazên HDP herikîn cihê bûyerê..

Paşê, girseya HDP’ê xwest derbasî Meydana Şîrîn-evlerê ya nêzîkî avahiya HDP’ê bibin, lê polîsan ew asteng kirin û destûr nedan li meydanê daxuyanî bidin..

Li vir, Hevseroka Rêxistina HDP’ê y Bajarê Stenbolê Îlknûr Bîrol bertek nîşanî polîsan da û got:

Hevseroka HDP’ê ya Stanbolê: Bi van êrişan em ê serê xwe natewînin

“Bila zîhniyeta faşîst bizanibe ku wê HDP çok danenîne. Heger hûn difikirin ku bi kuştina me dê serê me bitewe, we hîn em nas nekirine. Em gel in. Em natirsin. Em ê serê xwe li ber we netewînin.”

Girseya HDP’ê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistiyê ye ku bi heman rêbazî di 17’ê hezîranê de kesekî avêtibû ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û Denîz Poyraz qetil kiribû.

Back to top button