Îsraîl: Em rê nadin Îran bibe xwedî çekên Nukleerî

Danûstandin û sozên Îranê yên ji bo welatên rojavayî dilê Îsraîlê rehet nake. Di demeke ku gera 8. a danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê pêk hat de, ji Îsraîlê careke din peyamnên gefxwarinê derketin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Lapid got: Em rênadin ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî. Me ev daxwaza xwe ji hemû welatên li gel Tahranê danûstandinên peymana nukleerî pêk tînin, jî aniye ziman. Hemwextî van gefan, Îsraîlê êrişî bendergeha Lazkiyeyê ya Sûriyê kir.

Di wextekî de ku gera 8’emîn a danûstandinên peymana nukleerî li paytexta Awistralya Viyana despê kirî de, ji Îsraîlê careke din helwestên tund derket.

Her çiqasî beriya civînê Tahranê amadebûna xwe ya ji bo lihevkirinekê anî ziman lê Tel Evîv van daxuyaniyên Îranê weke xapandinekê pênase dike.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd di axaftina xwe ya li Komîsyona Karên Derve û Parastinê ya li Meclisa Îsraîlê de got,

“Rawestandina bernameya nukleerî ya Îranê ceribandina bingehîn a ewlekarî û polîtîkaya derve ya Îsraîlê ye.”

Yaîr Lapîd diyar kir ku ew bi hemû hêzên navneteweyî û bi taybetî bi DYA yê yên ku beşdarî danûstandinên nukleerî yên li Viyanayê bûn re hevdîtin pêk anîne û got,

“Me ev yek ji her kesî re eşkere kir:

Em ê nehêlin Îran bibe xwedî çeka nukleerî.

Helbet armanca me ev e ku em bi hevkariya navneteweyî tevbigerin, lê ger hewce bike em ê ji parastina xwe dudilî nebin.”

Lapid anî ziman ku wan encamên îstixbaratî yên teqez ku Îran bi awayekî sîstematîk cîhanê dixapîne, bi hevalbendên xwe re parve kirin.

Wezîrê Îsraîlî îdia kir ku tenê armanca Îranê “rakirina cezayan û veguhestina bi milyaran dolar ji bo bernameya xwe ya nukleerî û tora terorîst a Hizbullahê ya li Sûriye, Iraq û cîhanê ye.”

Lapid bi domdarî ev tişt anî ziman:

Îsraîl ne li dijî peymanê ye.

Lihevkirineke baş baş e.

Em li dijî peymaneke ku bernameya nukleerî, pere û tora terorê ya Îranê kontrol neke ne.”

Balafirên Îsraîlê li bendergeha Lazkiyê dan

Piştî van gotinên doh, yên Wezîrê Îsraîlî li gorî saeta herêmî di 03:21’an de Îsraîlê êrişî parka konteyniran a bendergeha Lazkiyeyê kir.

Hate diyarkirin xisareke diyar a maddî çêbûye û agir bi qadê ketiye.

8 sanî dimen biherikêne

Ji dema ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kiriye, Îsraîlê bi sedan caran êrişên hewayî pêk anî.

Di êrişan de bendên hêzên hikumeta Şamê, hêzên ku Îran piştgiriyê didin wan û Hîzbûllah bûne armanc.

Di 7’ê Kanûnê de jî Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê li sewqiyata leşkerî dabû.

Di êrişê de tiştek bi kesî nehatibû.

Back to top button