Li nêzî peravên Îmaratê êrîşek li dijî keşteyên neftê pêk hat.
Wezareta karê derve û hevkariya navdewletî ya Îmaratê ragihand ku 4 keşteyên bazirganî yên sivîl ku ji gelek welatan in, li nêzî ava herêmî ya dewleta Îmaratê êrîşek li dijî wan hatiye kirin.
Di encamê de ti zererên madî û mirovî çênebûn.
Wezîrê enerjiyê yê Sûidiyê Xaild Falih teqez kir ku 2 keşteyên neftê yên Siûdî jî di nav de bûn û got:
Tenê zerer li gewdeyên keşteyan hatine.
Berdevkê wezareta karê derve yê Îranê Ebas Mûsewî ev êrîş bi êrîşên bifikar bi nav kir û got:
Tiştê li deryaya Omanê pêk hatiye bifikar û cihê mixabiniyê ye di heman demê de.