Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Başûrê kurdistanê di demên dawî de zêde bûye . Duh di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê Şer derket di encamê de 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 4 çete hatin kuştin.
Li bakurê Diyale duh piştî nîvro di operasyona artêşa Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê de, şer di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.
Li gorî agahiyan , li çiyayê Hemrîn, şerek dijwar di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.
Di şer de 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 4 çete hatin kuştin.
Ev çend rojin hêzên Iraqê ji bo nehiştina çeteyan li zincîre çiyayê Hemrîn, li parêzgehên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê dest bi operasyonek leşkerî kirine.