Duh li ser avahiya HDP’ê ya bahçelîeverlê êriş pêk hat

Tevî hemû zextên rojane yên li dijî parlamenter û endamên HDP’ê, êdî eşkere êrişî avahiyên wê jî dikin. Duh li Stenbolê avahiya HDP’ê ya Bahçelîeverlê rastî êrişê hat û du endam birîndar bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ku berpirsê vê êrişê yê sereke Wezîrê Karê Navxwe ye. Nasnameya êrişkar jî diyar bû.

Piştî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, vê carê li Stenbolê jî êriş kirin.

Duh se’etên nîvro kesekî nenas êrişî avahiya HDP’ê ya Bahçelîeverlê ya li Stenbolê kir.

Di êrişê de bi kêrî du endamên HDP’ê birîndar kirin.

Piştî buyerê, endamên patiyê yekser berê xwe dan avahiyê û xwestin daxuyaniyekê bidin.

Lê belê ev yek ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û rê nedan.

Paşê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê wezîrê karên navxwe ye

Li wir Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û berpirsên sereke yên êrişê deshilat û nûnerên wê nîşan dan.

(Deng hinekî bidin.)

Mîthat Sancar di axaftina xwe de got:

“Ji HDP’ê ditrisin. Her roj bi gotineke nû wê dikin armanc.

Em ê van polîtîkayan jî pûç bikin. Wezîrê Karên Navxweyî, berpirsê van êrişan e û teqez wê hesabê vê bidin.”

Sancar: Wê nekaribin têkoşîna me asteng bikin

Sancar, diyar kir ku ev êriş bi armanca kuştinê pêk hat û piştrast kir wê têkoşîna wan xurtir bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar her wiha tekez kir wê hewldanên xwe yên ji bo hêvî, edalet û demokrasiyê jî bidomînin.

Kesê êriş kiriye Muhemed Tutçû ye

Herî dawî hat ragihandin ku nasnameya êrişkar diyar bû.

Li gorî agahiyan êrişkar Mûhammed Eren Sutçu ye û ji Rîzeyê ye.

Ne cara yekem e li dijî HDP’ê êrişên wiha pêk tên.

Berî niha 17’ê Hezîranê bi heman rengî êrişî avahiya HDP’ê ya Izmîrê hatibû kirin.

Hingî jî Denîz Poyraz bûbû armanc û hatibû şehîdxistin.

 

Back to top button