“Keştiya şer a DYA ji bo parastina Ewropa wê li Derya Spî bimêne”

Ji ber aloziyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, DYA’yê biryar da ku keştiya balafiran a li Derya Spî demekê li vir bimîne. Waşîngtonê ragihand ku ev yek jî ji bo parastinê Ewropa ye.

Di demekê ku aloziya navbera Kîev û Moskowayê de gur bûye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hêza xwe li Derya Spî diparêze.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Wezîrê Parastinê Lloyd Austin biryar daye ku keştiya balafiran a Harry S. Truman ku divê ber bi welatên Kendavê ve biçe, li Deryaya Sipî bimîne.

Ev yek jî bi armanca “temînatê” bide welatên Ewropayê pêk tê.

Derbarê biryara veguhestina keştiya balafiran de, berpirsekî Pentagonê ku navê wî nehat zanîn ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP re got,

“Ev yek pêwîstiya dewamiya hebûna me ya li Ewropayê nîşan dide.

Li gel hevalbend û hevkarên xwe, pêwîst em girêdana ji bo parastina xwe ya hevbeş dubare bikin.”

Keştiya balafiran a Harry Truman û hêmanên din ên deryayî yên ku pê re bûn, di 14’ê Kanûnê de gihîştibûn Deryaya Spî.

Amerîka û Rûsya wê, 10’ê Çile li ser krîza Ûkraynayê û ewlehiya Ewropayê li Cenevreyê civînekê li dar bixin.

Nêzîkbûna Ûkrayna û Gurcistanê bi NATOyê re di van demên dawîn de, di têkiliyên Rûsya û Rojava de krîzek nû çêkir.

Moskowa bi şandina dehezaran leşkerî ber bi sînorê Ûkrayna ve hêrsa xwe ya ji vê têkliyê nîşan da.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya hefteya borî de got;

Rûsya naxwaze pevçûn çêbibe lê ji DYA û hevalbendên wê yên li ser “garantiyên ewlehiyê” bersiveke lezgîn dixwaze.

Back to top button