Cemîl Bayik : Ti tişt li pêşiya azadiya Rêber Apo nikare bibe asteng

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bûyerên girîng ên sala 2021’ê ketine rojeva gelê Kurd nirxandin. Di beşa pêşî ya nirxandinê de Bayik behsa xebatên li dijî pergala Îmraliyê kir û got; Ji têkoşîna gelê Kurd û dostên wê eşkere bû ku ti tişt li hemberî azadiya Rêber Apo nikare bibe asteng. Bayik di vî warî de bal kişand ser hewldanên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik doh beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bûyerên girîng ên sala 2021’an nirxandin.

Bayîk diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di nava vê salê de gelek giran bû û wiha got:

Tecrîda giran li ser Rêber Apo, ti carî ji rojeva tevger û gelê me derneket.

Ev pêvajî bi çalakiyên “kes nikare roja me tarî bike” destpê kir.

Şehadetê vê pêngavê ji bo tevgera me veguherîn fermana berxwedan û têkoşînê.

Sala 2021’an têkoşîna me li ser hîmê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşket.

Eger ew çendî li qada navneteweyî encamên mezin derketin holê, ev berhemê berxwedana gel û tevgera me ye.

Cemîl Bayik hêzên ku pêşengiya ji kampanyayê re kirin jî bi bîr xist û got:

Bi saya berxwedana jinan encamên bi nirx derketin holê.

Dîsa bi taybet gelê me li Rojava, hevrêyên li zindanan, wargeha Mexmûr, Lavrîo û têkoşîna gelê me li Ewrûpayê bûn xwedî kedeke mezin.

Bayik ji ber desteka dane kampanyayê, şaredar, siyasetvan, sendîka, rewşnebîr û nivîskarên cîhanî jî silav kir.

Cemîl Bayik: Kampanya “Dem Dema Azadiyê ye” hişt ku dengê li dijî faşîzmê bilind bibe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, behsa encama kampanya “dem dema azadiyê” jî kir û got;

Bi saya pêngavê, planên qirkirinê yên faşîzma AKP-MHP hatin astengkirin.

Eger îro li nava Tirkiyê ew çendî mirov dengê xwe li dijî rêjîmê bilind dikin, ev encama kampanya me ye.

Ji ber bi kampanya ” dem dema azadiyê ye” desthilata AKP û MHP ber bi hilweşînê ve çû.

Di heman demê de pngavê nîşan da ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd çendîn bihêz e.

Cemîl Bayik: Ji bo dagirkirinê hatin, lê li hemberî berxwedana gerîlla rezîl bûn

Bayîk diyar kir ku rêjîma faşîst a Tirk bi taybet sala 2021’an hewl da li Başûrê Kurdistanê tevgera azadiya Kurdistanê tine bike û wiha dewam kir:

Li Başûr têgehe wiha pêşket;

Gelo parastina destketiyan û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk pêkane an na?

Di encama têkoşîna gerîlla de, gelê me li Başûr dît ku bi berxwedanê mirov dikare destketiyan biparêze.

Berxwedana dîrokî ya li Garê, rûpela pêşî ya vê pêvajoyê bû.

Bersiva dîrokî ya gerîllayan, planên tesfiyekirinê yên dewleta Tirk jihev xist.

Artêşa Tirk ji bo dagirkirinê hat, lê lihemberî gerîlla rezîl bû.

Êdî têkoşîna li Memreşo, Zendûra, Werxelê û Girê Sor bûne pîvanên me ên berxwedanê.

Dewleta Tirk li van qadan tevî çekên giran û gazên kîmyewî jî nekarî ti encamê bidets bixe.

Cemîl Bayik: PDK’ê di êrişên dawî de bi erka dewleta Tirk rabû

Ji ber vê hewl de bi tevlîkirina PDK’ê ya nava konsepta şer, bighêje armancên xwe.

PDK’ê bi dorpêçkirina herêmên gerîlla destek da êrişên artêşa Tirk.

Eger PDK’ê dor li qadên gerîlla negirtibana, eger ambargoya PDK’ê nebûne û agahiyên îstîxbaratî nedabana, wê artêşa Tirk nekarîbe bi êrişên mezin rabûna.

Weke encam mirov dikare bêje ku PDK’ê di êrişên dawî de bi erka dewleta Tirk rabû.

Back to top button