Amrîka: Di danûstandinên bi Îranê re pêşketin heye

Di danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê de, daxuyaniyên hêviyê didin derdikevin. DYA, di hevdîtinên tûra 8. a li Viyanayê de ‘pêşketinê’ dibînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price piştî hevdîtinên tûra 8. a li ser rizgarkirina peymana nukleer ya 2015’an daxuyaniyek da û got,

“Van rojên dawî di hevdîtinên dawî de, em pê hesiyan ku pêşketineke dikare bibe.”

Price diyar kir ku divê alî bi bawerî û ruhekî çêker vê pêşketinê ava bikin” û ev tişt anî ziman:

“Hîn zû ye ku bingehek madî ya vê pêşketinê heye yan na.”

Fransa, Almanya û Brîtanya ku sê aliyên Ewropayê yên vê peymanê ne, diyar kirin ku ev danûstandin “lezgîn” e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan beriya destpêkirina hevdîtinên tûra 8. daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ya destpêkê divê bê kirin rakirina cezayên li ser Tahranê ne.

Back to top button