Rêxistina mafên mirovan a navdar a Rûsyayê Memorial hat girtin

Li Rûsyayê Dadgeha Bilind biryara girtina rêxistina navdar a mafên mirovan Memorial da. Berlînê jî bertek li dijî biryarê nîşan da.

Memorial ku li Rûsyayê yek ji saziyên mafên mirovan ên herî naskirî ye, bi biryara dadgehê hat girtin.

Dadwerê Dadgeha Bilind a li paytext Moskowayê Alla Nazarova diyar kir ku Memorial rêziknameya bi navê “Qanûna Nûnerên Biyanî” ya li Rûsyayê binpê kiriye.

Memorial ji aliyê din ve li ser eşkerekirina sûcên di serdema rejîma komunîst de balê dikişîne, sûcdariyê red dike.

Rêxistin destnîşan dike ku doza ku li dijî wî hatiye vekirin armanceke siyasî ye û bêdengkirina fikirandina kesên cuda ye.

Ji rêveberên Memorialê Jan Rachinski jî diyar kir ku ew ê biryara dadgehê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Nûnerê Serdozgeriya Rûsyayê Aleksey Cafcarov jî di dadgehê de daxwaza girtina rêxistinê kir û Memorial bi belavkirina derewan li welêt sûcdar kir.

Rêxistinê jî ji ber ku navê xwe “ajanê biyanî” nekiriye 54 hezar euro ceza lê hat birîn.

Zagona navborî destnîşan dike ku rêxistinên ku ji derve tên fînansekirin divê wekî “ajan” bêne pênase kirin û ev pênaseya fermî were bikar anîn.

Memorial her wiha ji ber girtina lîsteya girtiyên siyasî, bi sûcdariya “rêxistinên terorîst û tundrew rewa dike” hat tewambarkirin.

Di lîsteya navborî de, liderê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny jî di nav de, 349 kes hene.

Zextên li ser parêzvanên mafê mirovan zêde dibe

Parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên mûxalîf ên li Rûsyayê diyar dikin ku di van demên dawî de zextên Moskovayê zêde bûne.

Parêzvanên mafên mirovan wek “ajan” tên binavkirin û gelek siyasetmedar bi tundrewiyê tên tawanbarkirin.

Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier jî bertek nîşanî biryara der barê Memorialê da.

Steinmeier biryar şermezar kir û got,

Ew matmayî ma.

Li aliyê din Kremlîn rexneyan red dike.

Back to top button