Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk duh 68 top avêtin gundên Minbicê

Çend roj in, dewleta Tirk êrişî gundên Minbicê dike. Duh jî bi dijwarî hin gundên wê bi dijwarî hatin topbarankirin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya topbarana duh li dijî gundewarên Minbic û Babê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bîlançoya sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 28`ê Kanûnê, eşkere kir.

Navendê di bîlançoya xwe de anî ziman ” 28`ê Kanûnê gundewarên li ser xeta El-Sacûr ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.”

Navendê her wiha ragihand artêşa Tirk a dagirker saet 10:33`an gundewarên El-Eseliye, El-Camûsiye, Um Edese, El-Seyade, El-Dendeniye ên bakurê rojavayê bajarê Minbicê ji baregeha El-Yaşlî û El-Kerbeclî topbaran kirin.

Hat gotin nêzî 68 topan li gundên navborî ketin, her wiha çekên doçka jî hatin bikaranîn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir dewleta Tirk malên sivîlan û zeviyan jî topbaran kirin.

Back to top button