Meclisa Nuneran a Lîbya ji bo paşxistina hilbijartinê bo 6 mehan wê bicive

Meclisa Nûneran a Lîbyayê rûniştina ku tê de pêşniyara lidarxistina hilbijartinên giştî bo 6 mehên din, paşde xist. Civîn wê di nava hefteya bê de, were lidarxistin.

Meclisa Nûneran a Lîbyayê rûniştina ku tê de pêşniyara lidarxistina hilbijartinên giştî bo 6 mehên din, paşde xist.

Civîn wê hefteya pêş were lidarxistin û dema hilbijartina nû were nîqaşkirin.

Derbarê mijarê de ji Serokê Meclîsê Fevzî en-Nuveyrî daxuyanî da.

Nûveyrî da zanîn ku di encama nirxandinan de biryar hatiye dayîn ku rûniştina heftiya bê were lidarxistin û tê de behsa paşxistina hilbijartinan were kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî ya Lîbyayê pêşniyar kiribû ku hilbijartinên giştî ji bo 24’ê Çileya 2022’an were paşxistin.

Civata Nûneran her wiha li ser pirsa paşxistina hilbijartinên serokatiyê bo 6 mehan û destpêkirina gotûbêjeke berfireh di navbera aliyan de gotûbêj kir.

Di vê çarçoveyê de pêşniyarên curbicur ji aliyê parlamenteran ve hatin pêşkêşkirin.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mijdara 2020’an de, biryar hat dayîn ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê 24’ê Kanûna 2021’an pêk were.

Lê partiyên ku ji Meclîsa Nûneran û Desteya Bilind a Dewletê pêk tên, li ser qanûna ku wê binesaziya qanûnî ya hilbijartinê diyar bike, li hev nekir.

8’ê Îlonê Serokê Meclisa Nûneran Akile Salih qanûna hilbijartina serokomariya welat derxist.

Ev qanûn ji aliyê Konseya Bilind a Dewletê ve hate redkirin.

Back to top button