Li Brezîlya baranê bandoreke zêde li ser welat kiriye. Bîlançoya lehiya ku li bakurê welat rûdayî giran dibe. Heta niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û 358 kes jî birîndar bûne.
Barana gur a ku bi hefteyan e li herêmên bakurê rojhilatê Brezîlyayê bi bandor e, li 19 bajarên eyaleta Bahîayê lehî rabû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Sivîl a Brezîlyayê, ji ber lehiyê gelek bajar di bin avê de man.
Jimara miriyan derket 20’an û hejmara birîndaran jî derket 358’an.
Li eyaletê gelek rêyên giştî hilweşiyan, 47 rê li trafîkê hatin girtin.
Li 100 bajaran bi giştî rewşa awarte hat ragihandin.
13 bend bi metirsiya hilweşînê re rûbirû ne
Ji ber lehiyê 479 hezar û 9 kes mexdûr bûn û 31 hezar û 391 kes jî ji malên xwe hatin tehliyekirin.
Ji ber barana zêde 2 bendav hilweşiyan û ava çeman bilind bû.
Rayedarên herêmê ragihandin ku 13 bendavên din jî di bin metirsiya hilweşînê de ne.