Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo 67 şehîdên ku di meha Mijdarê û Kanûnê de ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi mersîmekê bi bîr anî.
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bibîranîna 67 Şehîdên meha Mijdarê û Kanûnê merasîmek li darxist.
Marasîm li Stada Kornîş ya navçeyê pêk hat.
Nûrerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rêjhilatê Sûriyê li gel malbatên Şehîdan beşdarî mersîmê bûn.
Di merasîmê de sînevîzyonek der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rastiya şehîdan, hate pêşkêşkirin.
Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û behsa têkoşîna şehîdan a avakirina civakek demokratîk ki.
Merasîm bi xwendina wesîqeta 67 şehîdan, bi dawî bû.
Li Amûdê şehîdên maha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê jî bi merasîmekê 9 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku di salên cûda de şehîd bûbûn, bibîranîn.
Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk Seîd Ferso di merasimê de got, ew wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şehîdên xwe serbilind in.