Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan bertek nîşan da

Hêzên Iraqê, berî du rojan hewl dan dora Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin. Lê xelkê Mexmûrê li dijî vê hewldanê daket qadan û nehiştin ev armanc bigihije serî. Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan têkildarî mijarê bertek nişanda û got: “Bi zextên dewleta Tirk PDK ambargoyê datîne, Iraq jî hewl dide têlan bikişîne.”

Hêzên Iraqê, 27’ê vê mehê xwestin wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê wargehê li dijî vê hewldana hêzên Iraqî, daketin qadan û nehiştin ev yek pêk were.

Têkildarî armanca hêzên Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Mexmûrê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan axivî.

Kaçan, bertek nîşanî hewldana Iraqê ya ji bo dorpêçkirina wargehê da û got:

Hewl tê dayîn derdora Wargeha Mexmûrê bi ambargoya PDK’ê ya ku 17’ê Tîrmeha sala 2019’an ve didome û bi têlkirina hêzên Iraqê ve were dorpêçkirin.

Kaçan, destnîşan kir beriya niha bi ambargoyan xwestin wargehê dorpêç bikin, lê cara ewil e dixwazin derdora wê têl bikin.

Kaçan diyar kir ti sedemek ya hikumeta Iraqê nîne ku ji bo wargehê dorpeç bike û dibêje, ew daxwaza Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargehê, weke xeletiyeke mezin dibînin

Hecî Kaçan: Bi zextên dewleta Tirk PDK amabrgo datîne, Iraq jî hewl dide têlan bikişîne

Kaçan di dewma axaftinê de eşkere kir ji ber gelê Mexmûrê gelekî berxwedêr û siyasi ye, dibe hedefê êrişan.

Kaçan îşaret bi rola dewleta Tirk ya di van êriş û kirinên li dijî wargehê de kir û wiha got:

“PDK, li ser daxwaza Tirkiyê ambargoyê datîne ser wargeha me.

Herwiha dewleta Tirk zextê li hikumeta Iraqê jî dike. Ji bo ku Iraq kampa me dorpêç bike zextan lê dike.”

Kaçan di dawî de hevdîtinên wan yê beriya niha bi rayedarên hikumeta Iraqê re ku ji bo rêzgirtina ji jiyana xelkê wargehê re soz hatibû dayîn jî bi bîr xist û ev peyam da:

“Rayedarên Iraqî soz dan me. Ev geşedanên dawî hem li dijî peyman hem jî li dijî qanûnên Iraqê ne.

Em weke welatiyên ku li wargehê dijîn, em alîgirê aştiyê ne. Jiyana azad şertê me yê sereke ye.

Heke hikumeta Iraqê vê daxwaza me ya jiyana azad tune bihesibîne û di dorpêçkirina wargeha me de israr bike wê gelê me vê qebûl neke.”

Back to top button