Bi hezaran kes li dijî êrişên dewleta Tirk daketin qadan

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hêrs û nerazîbûna gelê herêmê dewam dike. Îro jî li gelek bajaran bi hezaran kes daketin qadan û êriş şermezarkirin. Di meş û çalakiyan de careke din peyama berxwedanê hat dayîn û bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînein.

Li Dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bi taybet yên li ser Kobanê, hêrs û nerazîbûnên gelê herêmê dewam dike.

Şênyên gundên başûrê Hesekê, ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê li navenda navçeya Şedadê meşek li dar xist.

Piştî meş veguherî mitîngê, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Elaa Selûm, endama Mala Jinê a navçeya Şedadê Umeya Werdî û endamê Saziya Ewqafan li Şedadê Ehmed Asaad axivîn û diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê îradeya gel naşkîne û gel wê têkoşîna xwe li gel hêzên parastinê dewam bike.

Li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê li dijî êrişan meş hate lidarxistin

li Kampa Serê Kaniyê a li Kantona Hesekê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê, meşek li dar xist.

Koçberên Serê Kaniyê ku li Kampê bi cih bûne tevlî meşê bûn û helwesta xwe beramberî êrişan nîşan da.

Piştî meş veguherî mitîngê, daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jina Ciwan hate xwendin û soza tolhildana şehîdên Kobanê hate dayîn.

Şêniyên Amûdê, Tirbespî û Til Birakê li dijî êrişan daketin qadan

Şêniyên navçeya Amûdê jî tevî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û endamên saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmê meşEk li dar xist.

Piştî meş veguherî mitîngê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî daxuyanyek da.

Di daxuyaniyê de soza tolhiladanê hate dayîn.

Li Tirbespiyê jî bi sedan kesan meşek li dar xist.

Endamê Tevgera ciwanên Şoreşger a Sûrî Heqî Qerar û endama Kongreya Star Midya Ehmed di mitîngê de axivîn û soza bilindkirina têkoşînê dan.

Li navçeya Til Birakê jî, bi sedan kes daketin qadan û êriş şermezar kir.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelef û endama Kongreya Star Resel Hesen li çalakiyê axivîn û bang li welatên garantor kirin ku êrişên li ser herêmê rawestîn.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê û ciwanên PYD’ê li Reqayê êriş şermezar kir

Xwendekarên Zaîngeha Kobanê jî li dijî êrişa li Kobanê meşek li zanîngehê li dar xistin û piştre daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê jî bi heman armancê li navenda Bajêr daxuyaniyek da .

Ciwanên PYD’ê diyar kir ew amade ne dijî her êrişên li ser herêmê xwe biparêzin.

Back to top button