Parêzerên Rêber Apo serî li dadgeha destûra bingehîn da

Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji bo agahî ji rewşa Rêber Apo bigrin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji Rêber Apo nagrin û jiyana Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê di bin xeteriyê de ne. Saziyên mafên mirovan jî xwest li Îmraliyê û girtîgehên din lêkolîn bê kirin.

Têcrîda girankirî a li dijî Rêber Apo û girtiyên din yên li Îmranliyê dewam dike.

Serlêdanên malbat û parêzeran yên ji bo hevdîtinê bi ti awayî nayên qebulkirin.

Ev yek jî guman û metirsiyên li ser jiyana Rêber Apo û girtiyên din yên Îmraliyê de zêde dike.

Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxwaza tedbîrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM’ê) da.

Parêzeran di serlêdanê de îşaret bi hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re kirin û gotin:

“Ji wê rojê heya niha 9 meh derbas bûne, em bi tu awayî agahî ji muwekîlên xwe nagirin.”

Herwiha di serlêdanê de hate diyar kirin ji ber cezayê dîsîplînê ya li Rêber Apo hatiye birrîn jî hevdîtina bi malbatê re jî tên astengkirin.

Parêzeran di dewamê de anî ziman ji hevdîtina herî dawî ya bi Rêber Apo re a di 25’ê Adarê de ku bi telefonê hate kirin û ew jî di nîvê axaftinê de hate qutkirin, ji wê çaxê ve agahî ji Rêber Apo û girtiyên din nagrin.

Parêzeran bal kişandin metirsiya li ser jiyana Rêber Apo û girtiyên din û eşkere kirin jiyana wan di xetereyê de ye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dawî de ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin û ev metirsî bi dawî bibin, daxwaz ji Dadgeha Qanûna Bingehîn kirin li gorî biryara tedbîrê a xala 73’yan a rêziknameya navxweyî tevbigerin.

“Îmraîl jî di navê de divê li girtîgehan lêkolîn bê kirin”

Li aliyê din Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Amedê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, rapora xwe ya derbarê binpêkirinên li dijî girtiyan de, bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.

Di civînê de Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Amedê Adîle Salman axivî û rapor eşkere kir.

Beriya ku rapor were eşkere kirin, Adîle Salman têkildarî rewşa li girtîgehan nirxandin kir û diyar kir pêvajoya pandemiyê li girtîgehan veguheriya firsendê û hemû girtîgeh bi vê pêvajoyê re hatine tecrîdkirin.

Adîle, ser rewşa girtiyên nexweş jî got:

“Berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û di encama vê astengkirinê de di nav 2 hefteyan de 5 girtî, di nav mehekê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.”

Piştî axaftinê, rapora derbarê binpêkirinên li girtîgehan yên di mehên Mijdar û Kanûnê de hate eşkerekirin.

Her wiha di raporê de hate xwestin ku heyeteke ji hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên hikûmetê pêk tê bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de biçe hemû girtîgehan û lêkolînan bike.

Back to top button