KOMÊN ÇETE: ROLA TIRKIYE Û QETERÊ DI TUNEKIRINA ME DE MEZIN E

Li hember êrîşên artêşa rêjîmê, komên çete hewl didin li ber xwe bidin da ku senaryoya Xûtaya Rojhilat li Idlibê dubare nebe.

Artêşa rêjîma Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê operasyonên xwe yên leşkerî li gundewarên başûrê Idlibê dewam dike.

Li beramberî vê, komên çete ketine rewşeke tirs û gumanan.

Ji ber ku piştgirê wan, ango rêjîma AKP û serokê wê Erdogan, xwedî li wan derneketin.

Li hember êrîşên artêşa rêjîmê, komên çete hewl didin li ber xwe bidin da ku senaryoya Xûtaya Rojhilat li Idlibê dubare nebe.

Bi derketina çeteyan a ji Xûtaya Rojhilat re, çeteyan dabû diyarkirin ku ew fermana xwe ji dewleta Tirk û Qeterê digrin.

Bi taybetî jî ew herêm tevlî hevpeymana “Herêmên Kêm-Şer” a ku Rûsya, Îran û Tirkiye li Astana di 2017’an de li ser li hev kiribûn, bibû.

Lê hema bi despêkirina operasyonê di 5ê Sibata 2018’an de, Qeter û Tirkiyê xwedî li çeteyên xwe derneketin û bi hêsanî firotin.

Wê demê, Qeter û Tirkiyê bi riya lidarxistina danûstandinan bi wan re, ew çete perçe perçe kirin û bê hêz hiştin.

Xuyaye wê li Idlibê jî lihevkirinek bi vî rengî pêk were.

Çavdêr dibêjin ku êdî komên çete yên li Idlibê guman dikin Tirkiye dest ji wan berde.

Ya ku vê yekê teqez dike jî, bêdengiya wê li hember van êrîşan û valakirina noqteyên kontrolê yên li herêmê ava kiribûn.

Têkildarî mijarê, serçeteyê Hey’et Tehrîr EL-Şam Ebû Mihemed El-Colanî vîdyoyek belv kir.

Li gorî çavkaniyên cûr bi cûr, ew vîdyo li gundewarên bakurê Hemayê hatiye tomarkirin.

Di vîdyoyê de El-Colanê got ku ev operasyon tê wateya mirina hevpeymana Astana û Sochiyê.

Çawa be jî, operasyonê dest pê kiriye û hêzên rêjîmê pêş ve diçin.

Leave a Reply

Back to top button