Pekîn: Ger Taywan daxwaza serxwebûnê bike em ê tevdîrên tund bigrin

Çîn ya ku her tevgereke serxwebûna Taywanê ji xwere metirsîdar dibîne, gefan dixwe. Çînê careke din zimanê gefxwarinê bikar anî û got:
Eger Taywan ber bi serxwebûnê ve gavan bavêje wê “tedbîrên tund” bigire.
Rêveberiya Pekînê îdia kir ku dibe ku sala bê destwerdan û provokasyonên derve yên li Taywanê zêde bibin.

Berdevkê beşa rêveberiya Çînê ji bo Taywanê Ma Xiaoguang di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Ma Xiaoguang diyar kir ku ji bo yekbûna Taywan a bi Çînê re, Pekîn amade ye hemû tişta ji destê wê tê bike û got:

Eger Taywan di warê serxwebûnê ku ji bo me “xeta sore” gavan bi avêje, emê bikevin tevgerê.

Taywan yek ji sedemên herî girîng ên alozbûna têkiliyên di navbera DYAE û Çînê de tê dîtin.

Her çend di navbera Taywan û DYA’yê de têkiliyeke dîplomatîk tune be jî, tê zanîn Washington çekan ji bo wê dişêne.

Pekînê di sala dawî de hejmareke mezin ji balafirên şer li qada hewayî ya Taywanê firandin û gef li rêveberiya wê xwar.

Back to top button