Encama şer û berxwedana li çiyayên Kurdistanê hat eşkerekirin

Sala 2021’an dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl da ku tevgera azadiya gelê Kurd û hêza wê ya parastinê tine bike.

Ji bo vê tevgereke mezin a dagirkeriyê li dijî axa Başûrê Kurdistanê destpêkir.

Lê ji ber berxwedana hêzên gerîlla, ev hewldanên dewleta Tirk bê encam man.

Ev yek ji encama şer û berxwedana sala 2021’an diyar dibe.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel encama şer û berxwedana sala 2021’an
bi raya giştî re parve kir.

Fermandariyê bi bîr xist ku 2021’an ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd saleke girîng bû û ebv nirxandin kirin:

Dewleta Tirk weke dewamikirina konsepte qirkirina gelê Kurd, destpêka sala 2021’an ket nava hewldanên tinekirina tevgera azadiyê.

Plana çongdanînê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an, îsal li ser hîmê tinekirina hebûna gelê Kurd hate birêvebirin.

Weke gavên pêşî artêşa Tirk xwest Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Bi vê armancê 10’ê Sibatê berê xwe da herêma Garê.

Lê ev hesabê wan di encama berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytûşebab, hat pûçkirin.

Artêşa Tirk a ji ber vê têkçûnê jihev belav bû, 23’ê Nîsanê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi tevgereke mezin a dagirkeriyê kir.

Lê mîna Garê, gerîllayên azadiya Kurdistanê li van herêman jî berxwedaneke bi rûmet nîşan da û hesabê dagirkeran pûç kirin.

Berxwedana dîrokî ya gerîla, dewleta Tirk neçar kir ku berdêlên giran bide.

Ji Heftanîn heta Amedê,

Dersîm, heta Zapê, Avaşîn, Serhed, Xakurk û Botanê, li her devera Kurdistanê berxwedan geş bû.

Bi taybet destanên li Siyanê, Werxelê, Girê Sor, Zendûra û Mamreşo hatin nivîsandin, nîşan da ku gerîlla li ser şopa kevenşopiya berxwedanê ya PKK’ê ne.

Di nava destanan de 4 hevrêyên me ji ber êrişa çekên kîmyewî şehîd bûn lê wan bi berxwedana wan rê nedan dagirkeran.

Di vê berxwedanê de hêza YJA-STAR’ê bi bandor bû.

Li hemû qad û eniyên şer, gerîllayên jin bi wêrekiyeke mezin bûn pêşeng û pêşî li artêşa dagirkeran girtin.

Ji ber vê têkçûnê, dewleta Tirk hêviya xwe bi desteka hin aliyên hevkar ve girêda.

Weke encama vê hevkariyê, KDP qadên gerîlla dorpêç kirin, rê li pêşiya dagirkeran vekir û ji bo êrişan agahiyên îstîxbaratî dan artêşa Tirk.

Bi vî awayî PDK’ê ket nava hewldanên xencerkirina ji paş de a berxwedana gerîlla.

Encama şer û berxwedana 2021’an
Di 742 çalakiyên gerîlla de 861 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, daneyên şer û berxwedanê yên sala 2021’an wihane:

Artêşa dagirker 1899 êrişên hewayî, 426 êrişên bi obus û hawanan û 367 êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîn.

Li hemberî bê,

Gerîlla 742 çalakî li dar xistin.

Di van çalakiyan û şer de 861 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

298 gerîlla şehîd bûn.

Back to top button