Li Iraqê dawî li serdemeke dina ya hebûna hêzên koalîsyona navnetewî hat. Piştî 7 salan tevahî hêzên koalîsyona navnetewî ji Iraqê vekişiyan. Serokwezîrê Iraqê Kazimî spasiya hêzên koalîsyonê kir û got: Erka hêzên şerker ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li welat bi dawî bûye.
Çeteyên DAIŞ’ê di Hezîrana 2014’an da tevahî parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê, hin parêzgehên Diyala û Kerkûkê jî kontirol irin.
Piştî têkoşîna salan herêm careke din ket bin kontrola hikumetê.
Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya Amerîkayê ji sala 2014’an ve bi lojîstîk, îstixbarat û êrîşên esmanî piştgirî dide hêzên Iraqê.
Rêvebirên Bexda û Washington di Tîrmehê de li hev kiribûn ku heta dawiya salê hêzên şerker ji hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li Iraqê vekişînin.
Koalîsyonê û Iraqê di 9’ê Kanûnê de, ragihandibûn ku erkên hêzên koalîsyonê yên li Iraqê bi dawî bûne û ew vekişiyane.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa li ser hebasê xwe yê Twitterê têkildarî hêzên şerker ên Koalîsyona Navneteweyî yên li Iraqê peyamek parve kir.
Mistefa Kazimî got: Bi temambûna erkên şerker ên koalîsyonê re, hemû hêz, amûr û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin. Ji bo derveyî welat hatine veguhestin. Li gorî encamên guftûgoya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de, rola Koalîsyonê dibe şêwir û piştevanî.”
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe de spasiya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê û cîranên Iraqê kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştevaniya wan kiriye.
Herwiha Kazimî amadebûna hêzên Iraqê ya ji bo parastina welatiyan jî anî ziman.