Mistefa Kazimî: Li Iraqê erka hêzên şerker ên biyanî bi dawî bû

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku erka hêzên şerker ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li Iraqê bi dawî bûye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî hêzên şerker ên Koalîsyona Navneteweyî yên li Iraqê peyamek parve kir.

Mistefa Kazimî diyar kir ku erka hêzên şerker ên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li Iraqê bi dawî bûye û wiha tîne ziman:

“Bi temambûna erkên şerker ên koalîsyonê re, hemû hêz, amûr û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin. Ji bo derveyî welat hatine veguhestin. Li gorî encamên guftûgoya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de rola Koalîsyonê dibe şêwir û piştevanî.”

Serokwezîrê Iraqê di peyama xwe de spasiya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê û cîranên Iraqê kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştevaniya wan kiriye.

Back to top button