ENDAMÊ HÊZÊN PARASTINA CIVAKÎ EYMEN ELOSMAN LI REQAYÊ HATE OXIRKIRIN

Şêniyên navçeya Keramê yê Reqayê jî bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Civakî Eymen oxirkirin.

Endamê Hêzên Parastina Civakî Eymen Elosman bi nasnav Eymen li navçeya Keramê ya Reqayê dema li ser erka xwe ya leşkerî pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Keramê ya Reqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîd Sêvdar ya li bajarokê Cedîdat ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Parastina Civakî û Meclisa Sivîl ya Reqayê axaftin ahtin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Eymen di nava slogan û tililyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button