YE Piştevaniya ambargoya çekan a li ser Myanmarê kir

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekîtiya Ewropayê (YE) jî eşkere kir ku ew piştgiriyê didin ambargoya çekan a navneteweyî ya li ser Mynamarê.

Piştî komkujiya artêşa Myanmarê ku 2 endamên rêxistina civaka sivîl Save the Children jî di nav de gelek sivîl hatin kuştin, YE jî piştgirî da ambargoyeke gengaz a çekan.

Nûnerê Bilind ê YE yê ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar Josep Borrell got,

“Li hemberî tundiyê, ambargoya çekan jî di nav de, pêwîstî bi çalakiyên pêşîgirtinê yê di asta navneteweyî de heye.”

YE firotina çek û alavên wan ên li hundir weke amûreke zextê bên bikaranîn rawestandibû.

24’ê Kanûnê, jin û zarok jî di nav de 35 kes li eyaleta Kahayê ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin.

Ji berdevkên cûntaya leşkerî Zaw Mîn Tûn roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku şer qewimiye, leşkeran hin kes kuştine, lê agahiyên berfireh nedabû.

Washîngtonê roja Sêşemê daxuyaniyek da û xwest ku li hemberî cûntayê ambargoya çekan bê danîn.

Li gorî Komeleya Alîkariya Ji Bo Girtiyên Siyasî yên Herêmî di nava 10 mehan de 1300 sivîl li Myanmarê hatine kuştin.

Back to top button