Rûsya di nava salê de bi welatên Rojava re aloz derbas bû

Di siyaseta hindir û derve de, 2021 ji bo Rûsya baş derbas nebû. Li hindir, mixalîf û li derve jî welatên Rojava. Aloziyên siyasî û dîplomatîk ên di navbera DYA, YE, NATO û Rûsyayê de li ser sînorên Ûkraynayê û Deryaya Reş veguherî çalakiyên leşkerî.

Rûsya di sala 2021’an de bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO’yê re di dîroka xwe de têkiliyên herî sar û aloz derbas kir.

Pevçûnên siyasî û dîplomatîk ên di navbera Rûsya û Rojava de, ji serê salê ve dewam dikin, veguherî çalakiyên leşkerî li ser sînorên Ûkrayna û Deryaya Reş.

Muxalîfê Rûs Aleksey Navalny di 17’ê Çile dema ku ji Almanyayê vegeriya, li balafirgeha Moskovayê hate binçavkirin û cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Ji bo serbestberdana Navalny, YE û DYA biryar dan ku li dijî Rûsyayê cezayan ferzbikin.

Di nava salê de her du alî jî dem bi dem bi hincetên cuda dîplomatên xwe dersînor kirin.

Rûsyayê daxuyand ku tu têkiliya wê bi YE yê re wek rêxistin tune ye û bi biryarên yekalî yên Brukselê binesaziya van têkiliyan hilweşand.

Biden piştî dest bi kar kir, di 26’ê Çileyê de bi Putin re bi telefonê axivî.

Biden di hevpeyvînek televîzyonê de îdia kir ku Putin “kujer” e û got,

Ew ê “berdêla destwerdana di hilbijartinên Amerîkayê de bide”.

Piştî Moskow hêzên nû şandin sînorê Kîevê, DYA jî keştiyên xwe şand Derya Reş.

Rûsyayê diyar kir ku ew ê bersiva pêwîst bidin hewldanên NATO’yê yên ji bo xurtkirina hebûna xwe ya li Derya Reş.

Di meha nîsanê de aloziya li sînorê Ûkrayna, krîza navbera herdû aliyên tundtir kir.

Hemwextî van aloziyan çav li hevdîtina 16’ê Hezîranê ya navbera Putin û Biden ku wê li Cenevê pêk hatiban.

Piştî civînê kêm jî be, peyamên tuj hatin kêmkirin.

Di nava salê de her du aliyan li ser hev, tetbîqatên leşkerî li herêmê pêk anîn.

Rûsya bi ceribandina moşkeên Tsirkon hîpersonîk gef li NATO xwar.

Hemwextî vê, Moskowa mîsyona xwe ya li nava NATO jî rawestand.

7’ê Kanûnê careke din di navbera Putin û Biden de, peywendiyek bi rêya vîdeo konferans pêk hat.

Biden careke din, Putin li ser tevgera wê ya li sînorê Kîevê hişyar kir.

Li pêşberî vê Rûsya jî daxwaza garantiya wê yekê dike ku NATO wê tevgera li sînorê wê bidawî bike.

Her wiha tê payîn ku Konseya, Rûsya-NATO di 12’ê Çile de bicive.

Back to top button